Dewleta Tirk ji bo fermana li ser Êzidiyan ku bi destê DAIŞ’ê pêk hatibû temam bike, her êrişî Şengalê dike. Yek ji birîndarên êrişa dewleta Tirk a 15’ê Hezîranê a li ser Meclisa Gel a Sinûnê Ibrahîm Derwêş Evdî ku birîna wî giran bû û li nexweşxaneya Musilê dihat dermankirin, îro şehîd bû.
Di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk bi balafiran Meclisa Gel a Sinûnê û dikanên derûdorê bombebaran kir..
Di encama êrişê de Zarokê 12 salî yê bi navê Selah Naso ku li dikana bapîrê xwe bû hat qetilkirin û 7 Êzidiyên din jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatibûn veguhestin û birîna hinekan giran bû.
Yek ji birîndaran, Ibrahîm Derwêş Ebdî bû.
Îbrahîm Derwêş Evdî ku birîna wî giran bû û li nexweşxaneya Musilê dihat dermankirin, tevî hemû mudaxeleyên diktoran, îro jiyana xwe ji dest da.