KCDK-E’yê banga parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dagirkeriyê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCDK-E’yê da der bar êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek dan.

KCDK-E’yê di daxwiyaniyê de ev yek got :

“Dewleta Tirk bi rêya dîplomasiya gelek welatên Ewropayê, di serî de NATO ku beşeke wê ye, hewl dide zemîna êrişa qirkirinê ya ku dixwaze pêk bîne, dike.

Ew hemû peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê binpê dike, sûcên li dijî sivîlên bêguneh dike.

Em bang li mirovahiyê dikin ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a ku qirkirin û komkujiyan dike, bertek nîşan bide.

Em bang li her kesî dikin ku ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku sembola destkeftiyên me ye, li dijî êrişan seferber bibin.”

Dawiyê KCDK-E’yê tekez kir ku em piştgiriyê didin daxuyaniya hevpar a 34 partî û saziyên siyasî ku di gava yekem de daxwaz dikin ku qada hewayî ya herêmê ji firînê re bê girtin.

Back to top button