Li Şehba û Helebê daxuyanî hatin dayîn û banga qedexekirina qada ezmanî hat kirin

Çalakiyên gelên herêmên ên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin…
Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê, Meclisa Şehbayê û Melisa Qanûnsaz a Efrînê bi daxuyaniyekê banga girtina qada ezmanî ya herêmê kir.

Li hember êrişên dewleta Tirk û gefên dagirkeriyê, li Heleb û Şehbayê daxuyanî hatin dayîn..

Li Şehbayê, Meclisa kantonê, meclisa Qanûnsaz ya herêma Efrînê û Yekîteiya Parêzeran a Efrînê daxuyanî dan..

Li Helebê jî Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê saxa Helebê daxuyaniyek da….

Di daxuyaniya de işaret bi buhara gelan ku li bakurê Efrîqiya û rojhilata Navîn dest pê kir hat kirin û hat gotin:

“Dewleta Tirk bi vê re projeya xwe ya osmanî ya berfirehkirina sînorên xwe kir dewrê û destwerdana hemû şoreşan kir..

Bi van destwerdanan hemû pîvan û qanûnên navdewletî bin pê kirin û di sêrî de NY, hemû rêxistinên navdewletî bêdeng bûn.”.

Her wiha di daxuyniyan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk piştî bi desteka komên radîkal û çeteyên weke Daiş negihişt encamê, bi xwe kete dewrê û hat gotin:

“Dewleta Tirk ji bo tola Daiş’ê rake jî êriş dike. Li hember Ewrûpa kaxeza penaberan bi kar tîne û wan jî bêdeng dike.

Em bang li hemû Sûriyan dikin ku qebûl nekin li cihê ku ne yê wan e bi cih bibin û bang dikin ku li cihê jê hatine koçberkirin bên vegerandin. ”

Di dawiya daxuyaniya de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku rê li êrişên dewleta Tirk bigrin û ev yek hat diyarkirin:

“Em bang li DYA, YE û Rûsiya dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrişan rawestîne û qedexeya firînê li ser herêmê bê ferzkirin..

Divê hemû gelê Sûriyê jî bikevin tevgerê û bi riya çalakiyan zextê li Tirkiyê bikin da ku pêşî li êrişeke dagirkeriyê ya nû bê girtin.. “

Back to top button