Mazlum Ebdî: Em ê bê dneg nemîn û tola şehîdan hilînin

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî hersê şehîdên êrişa 22’ê Tîrmehê li Qamişlo bi bîr anîn û got,
Em ê dijî êrişên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Wê tola wan şehîdan bê hilanîn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Jiyana Tolhildan weke yek ji fermandarên bi bandor ên şerê li dijî DAIŞ’ê binav kir.

Pêr li nêzî Qamişlo, artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafira şer a bê mirov êrişî erebeyeke YPJ’ê kir.

Di encamê de ji fermandarên YPJ’ê Selwa Yûsiv binasnav Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Roj Xabûr û Barîn Botan şehşd bûn.

Li ser êrişê, pêşî Fermandariya QSD’ê bi daxuyaniyekê hersê şehîd bi bîr anîn û peyam da ku ew ê êrişkariya artêşa Tirk bê bersiv nehêlin.

Fermandariyê ragihand ku bi qasî dewleta Tirk, koalîstyona navdewletî jî ji van êrişan berpirsiyar e.

Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî jî Jiyan Tolhildan û hevrêyên wan bi bîr anî û got;

Fermandar Operasyonên Hevpar ên li gel Koalîsyona Navdewletî Jiyan û hevrêyên wê Roj û Barîn di êrişa artêşa Tirk de şehîd bûn.

Fermandar Jiyan û hevrêyên wan bi bandor şerê DAIŞ’ê kirin û mirovahî ji vê hovîtiyê rizgar kirin.

Divê were zanîn ku em ê li dijî van êrişan bê deng nemînin û tola şehîdên xwe hilînin.

Centcom: Jiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de fermandara herî bi bandor bû

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê têkildarî êrişê peyamek weşand.

Centcom’ê Jiyan Tolhildan weke alîkara Fermandarê QSD’ê binav kir û got;

Lîdera QSD’ê Selwa, ji sala 2017’an ve di şerê li dijî DAIŞ’ê de yek ji wan fermandarên herî bi bandor bû.

Ji ber êrişê, em ji malbata hersê şervanan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hevkarên me QSD’ê re sersaxiyê dixwazin.

Centcomê di peyama xwe de behsa wê yekê nekir ku êrişa 22’ê Tîrmehê ya li Qamişlo, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Back to top button