Fermandar Nûrî El-Xelîl: Me xwe baş ji bo parastinê amade kiriye

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl piştrast dike hêzên wan amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin û di vî alî de wan tedbîr girtine.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî dibêje:
“Her kes ji bo xweparastina li hember êrişên dagirkeriya Tirk amade ye.”

Gef û êrişên Dewleta Tirk li ser herêmê her diçe zêde dibin.

Li hember van êrişan jî, gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe peyama xwe parastinê didin.

Hinekî deng bide..

Li dijî van êrişan ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl nirxandin ji ajansa Hewarê re kir.

Nûrî El-Xelîl piştrasrt dike hêzên wan amade ne herêmê biparêzin û vê dibêje:

“Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jî têk bibin.

Ji bo parastina herêmê me xwe baş amade kirye .

Hêzên me li eniyên pêş in û eger dagirkeriya Tirk êrişek pê anî, wê demê wê şerekî dîrokî li dijî wan were meşandin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El-Xelîl dawiya nirxandina xwe ev peyam da:

“Me berê şerê dewleta Tirk kiriye, bi ser ketine û niha jî wê bi heman rengî be.”

Mihemed Nûr El-Zîb: Eger êrişek pêk were em amade ne li ber xwe bidin

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî der barê heman mijarê de nirxandin kir.

Nûr El-Zîb dibêje:

Weke tedbîr her kes li hember êrişên dagirkeriya Tirk amade ye.

Me gelek tedbîr girtine.

Jê jî, peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê.

Û nexweşxane jî hatine amadekirin.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb dawiyê piştrast kir eger şer li dijî herêmê were kirin, ew di her alî de ji bo parastinê amade ne.

Back to top button