Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman der barê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê de dibêje:
“Hikûmeta Iraq û Başûr bi riya Konseya Ewlehiyê dikarin êrişên Tirkiyê rawestînin.” M+B
Dr. Mehmûd Osman ji ber komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê, ew bi tewanbarê şer bi nav kir û got:
“Dewleta Tirk Siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dide meşandin.
Heta niha hikûmeta navendî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwesteke cidî nîşan nadin.
Divê sînorek ji dewleta Tirk re were danîn.”
Dr. Mehmûd Osman piştrast kir ku Hikûmeta Iraq û Başûr bi rêya Konseya Ewlehiyê dikarin êrişên Tirkiyê rawestînin.