Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Ibrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji avakirina statuyeke xweser a gelan ditirse, ji ber wê êrişî herêmê dike.
Xalid Ibrahîm diyar kir ku dewleta Tirk li ser dijminatiya gelan xwe ava kiriye, lewra jî ji avakirina statuyeke xweser a gelan ditirse.
Xalid Ibrahîm dibêje:
“Armanca wê ew e ku gelan tune bike.
Lê li hember vê yekê gelê Kurd xwedî mîrateke têkoşîn û berxwedanê ye,
Û bi hemû hêza xwe li dijî êrişan disekine.”
Ibrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker hevgirtin û demokratîbûna gelan ji bo xwe metirsî dibîne.
Her wiha bal kişand li ser lihevkirinên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ev lihevkirin û bêdengî rê li ber destdirêjiya dewleta Tirk a li herêmê vedike û dibe sedema zindîbûna DAIŞ`ê.