Vê êvarê xwepêşandaneke berfireh li Loristan û Tebrîzê li dijî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî destpêkir û bênavber dirûşma, “Mirin bo dîkdator” hate berzkirin.
Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî ku ji Rojhilatê Kurdistanê destpêkir belavî piraniya parêzgehên Îranê bûye.
Di roja heftan de Loristan jî tevlî pêla serhildanê ya jin û gelên Îranê a li dijî qanûnên jin û civakê bû.
Li gorî çavkaniyan xwepêşandanek berfireh li Loristan û Tebrîzê destpê kir.