Asayîş: Endamê me Sînan Mihemed Elî şehîd bû

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku endamê wan Sînan Mihemed Elî li Minbicê şehîd bû.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sînan Mihemed Elî roja 21’ê Îlonê dema erka xwe ya parastina gel pêk dianî, gihişt asta şehadetê.

Hêzên Asayîşê sersaxî ji xwe û ji malbata şehîd “Sînan” re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Sînan Mihemed Elî bi nasnav Omer 21’ê Îlona 2022’an li Minbicê şehîd bû.

Back to top button