Di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya pirtûkxaneya gerok a ku ji bajarokê Mensûra dest pê kiribû, li bajarê Tebqayê bi dawî kir.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok yek ji rêzeçlakiyên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan pê rabû.
Pirtûkxane ku li nav taxên bajêr digeriya û di roja xwe ya 3’emîn de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê bi dawî bû.
Pirtûkxaneya gerok belavokên analîzên rêber Ocalan bi zimanên kurdî û erebî belav kirin.
Têkildarî vê çalakiyê, hevserokê Yekitiya Wezîşê ya Tebqayê, Mehmûd El Yetîm axivî.
Mehmûd El Yetîm diyar kir ku ev çalakî ji bo ku fikrê rêber Abdullah Ocalan û pêşinyariyên wî yên li ser pêşerojeke baştir, hat lidarxistin.
El Yetîm destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiyê li ser şopa fikrên rêber Ocalan bin û soza parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, da.