Li paytexta Iraqê Bexda’yê jinên ji pêkhateyên Iraqê û Kurd li ser êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistan û Iraqê daxuyaniyekî çapemeniyê dan.
Daxuyanî li salona El Mound ya Bexdayê bi amadebûna gelek jinên siyasetmedar ve hate dayîn.
Di daxuyaniya hevpar ya jinên Kurd, ereb û giştî pêkhateyên Iraqî de hate gotin ku êrişên balafirên tirkî ewlehî û aramiya herêmê têk dibin û dibe sedema kuştina welatiyên sivil yên herêmê.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Êrîşên dewleta Tirk bi taybet balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk ser xaka Iraqê û navçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di van êrîşan de jîngehên welatiyan tên hedefkirin, gelek kes şehîd û birîndar bûne.
Jinan di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraq, Başûr kir ku li dijî êrişên Tirkiyê xwedî helwest bin û daxwaza qedexekirina qada ezmanî ji balafirên Tirkî kirin.