Jinên Mexmûrê bi meşekê piştgirî dan serhildana Rojhilat

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi meşekî girseyî piştgiriya xwe ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin.

Di saetên êvarê de jinan bi awayek girseyî li ber avahiya Malbatên Şehîdan kombûn û meşiyan.

Piştre meş gehişt ber avahiya NY..

Li vir daxuyanî ji aliyê Mamoste Bêrîvan Demir ve hat dayîn.

Bêrîvan Demir di destpêka axaftina xwe de qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û wiha got:

“Emê hertim bi rêxistin û yekbûna xwe li gel xwişkên xwe bin..

Emê vê desthilatdariya zilamsalarî bi ked, têkoşîn û çalakiyên xwe têk bibin.

Divê ev jinên ku li Ewropa xwe azad dibînin lê ew di bin sîstemê de diperçiqin..

Divê em wana rizgar bikin ji wê sîstemê.

Em hemû jinên ku niha li kolanan têkoşînê dikin silav dikin û piştgiriya wan dikin.”

Back to top button