Sazî û Rêxistinên Kurdistanî qetilkirina Nagehanê şermezar kirin

Şehîdxistina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Nagihan Akarselê ji aliyê sazî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ve bi çalakiyan hate şermezar kirin.
Sazî û rêxistna diyar kirin ku ev kuştin di bin berpirsiyariya Hikûmeta Heremê de pêşdikeve û got:

“Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûran e.
Di serî de PDK û YNK divê hemû rayedar bûyerê eşkere bikin û sûcdaran bidarizînin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel, doh ber destê nîvro li ber mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê rastî êrîşeka çekdarî hat.

Di encamê de Negehan şehîd bû.

Xelkê Mexmûrê: Rêveberiya Başur hevkarê vê êrişê ye

Ji bo şermezarkirina kuştina Negehan şêniyên Wargeha Penaberan Mexmûrê meşeke girseyî li dar xistin.

Meşa ku heta ber derê NY dewam kir, li wir daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêya me Nagîhan bi rêbazeke qirêj hat şehîdxistin.

Em vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Ev rûreşiya rêveberiya Başûr dide diyarkirin.

Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûran e.”

Di dawî de hate diyar kirin ku divê demildest kûjer bên cezakirin..

Bang li hikumeta Başûr kirin ku dest ji vê xiyanet û sîxûrtiya xwe berdin.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidi: Jin wê ti carî li hember xayîna serî netewîne

Di heman çarçoveyê de Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) jî daxuyaniyek da.

SMJÊ qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got:

“Bila dijmin qet bawer neke ku jinên berxwedêr ên Başûrê Kurdistanê bi van êrîş û kuştinan bitirsîn.

Jin xwedî vîna azad e, wê ti carî li hemberî sîxur û xiyanetkaran serî netewînin.”

“Divê PDKû YNK hemû kujerê bûyerê eşkere bikin”

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) jî, daxuyaniyek nivîskî da.

YJAD’ê diyar kir ku Qetlîam, di bin berpirsiyariya PDK’ê de bûye û got:

“Em li bendê ne di serî de PDK, YNK hemû rayedar bi lez û bez daxuyaniyê bidin û sûcdaran bidarizînin..”

YJAD dawî bang li hikumeta herêma Başur kir ku dev ji hevkariya hesab û bazariyên qirêj berdin.

Back to top button