Pyongyangê moşekek din ceriband

Tevî bertek û nerazîbûnan Koreya Bakur moşekên xwe diceribîne.
Fermandariya Koreya Başûr ragihand ku rêveberiya Pyongyangê moşekek din ceribandiye.

Koreya Bakur ceribandinên xwe yên mûşekên balîstîk didomîne.

Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr li ser ceribandina dawî ya rêveberiya Pyongyangê daxuyaniyek da.

Sererkaniyê ragihandin ku Koreya Bakur ji herêma Sunan a paytextê fuzeya balîstîk a menzîla kurt (SRBM) ber bi Derya Japonyayê ve avêtiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Artêşa me bi hevkariya nêzîk a bi Amerîkayê re helwesta xwe ya di amadebaşiyê de didomîne.”

Wezareta Parastinê ya Japonya jî ev yek piştrast kir.

Li sînor balafirên şer rabûn

Beriya destpêkirinê 10 balafirên şer ên Koreya Bakur li herêmeke nêzî sînorê Koreya Başûr firiyan û Koreya Başûr jî li ser bersivdayînê balafirên xwe yên şer firandin.

Vê yekê jî metirsiya şerekî li sînorê welat derxist pêş.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur KCNA ragihand ku piştî topbarana Koreya Başûr, artêşa Koreya Bakur “tedbîrên leşkerî yên bihêz” girtine.

Koreya Bakur 2 moşekên Kruz ceriband

Back to top button