Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê û Artêşa Iraqê li 2 gundên Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona hevbaş dan destpêkirin. Di operasyonê de gelek çek û cebilxane hatin dîtin.
Piştî 24’ê Tîrmehê du Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengalê hatin kuştin, YBŞ û YJŞ’ê tevî artêşa Iraqê, Heşdî Şabî û hin hêzên herêmê li gundê Golatê dest bi operasyonê kirin.
Di encama vê operasyonê de du çete hatin kuştin.
Di heman operasyonê de hêzên YBŞ û YJŞ’ê 25’ê Tîrmehê li gundên Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê dest bi opersyonê kirin.
Piştî demekê hêzên YBŞ-YJŞ herêm kontrol kirin.
Di vê operasyonê de stargeheke çeteyên DAÎŞ’ê hate dîtin.
Her wih gelek erzaq, cil û berg, cebilxane, çekên kalaşnîkov, çeka M16 û rextê wê, sê teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û tiştên jiyanî hatin dîtin.
Ji bo ewlehiyê jî beşek ji hêzên YBŞ-YJŞ li herêmê hatin bicihkirin.