Dewleta Tirk û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagirkirine û heta niha, suc û binpêkirinên li Efrînê didomîne. Çeteyên El Nusra 4 kes ji navçeya Şera a Efrînê revandin. Tora çalakvanên Efrînê jî sûc û hovîtiya ku di meha Cotmehê de li Efrînê hatin kirin eşkere kirin. Li gorî vê, 3 welatî hatin kuştin, zêdeyî 30 welatî hatin revandin û êşkence kirin û 3 hezar dar hatin jêkirin.
Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê ya dagirkirî dewam dikin.
Herî dawî jî çeteyên Cebhel El-Nûsra derbasî Efrînê kirin.
Çeteyên El Nusra 4 kes ji navçeya Şera a Efrînê revandin
Çeteyên Cebhet El Nusra li gundê Kefermizê yê Şera ya Efrînê 4 kes revandin.
Navên kesên hatine revandin, Hîlal Osman, Casim Ocalan, Cûma Mistefa Osman û Qûsey Henan Osman e.
Di meha Cotmehê de jî wekî mehên beriya wê, binpêkirin û sucên derheqê xweza û şêniyên Efrînê yên mayî de dewam kir..
Tora çalakvanên Efrînê, sucên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê tevî Cebhet El-Nûsra di meha Cotmehê de ku pêk hatin, belge kirin..
3 Welatî hatin kuştin û 30 welatî hatin revandin û êşkencekirin
Li gorî vê:
3 welatî di nav de yekî temen mezin hatin kuştin.
Êşkence li 4 welatiyan hat kirin ku ji wan yek temen mezin e û yek jî rêveberiya dibistanê ye.
Zêdeyî 30 welatî hatin revandin, ji wan 3 jin, 8 temen mezin û 2 jî zarok in.
Zêdeyî 3 hezar dar li cihên cuda hatin qutkirin û hilkşandin.
8 rewşên destdanîna li ser milk û malên welatiyan û 12 rewşên diziyê hatin belgekirin.
Li 6 cihan bac li ser welatiyan hat ferzkirin.
Cihekî dîrokî jî ji bo talana şûnwarên dîrokî hat kolandin.