Gera 19. a Astanayê ya derbarê bazara li ser gelê Sûriyê dest pê kir

Şandeyên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gihaştin Kazaxistanê da ku beşdarî civînên Astanayê bibin.

Îro gera 19’an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê dest pê kir.

Ev civîn hemwextî wê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên ezmanî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Cîgirê wezîrê karên derve û şandeyê serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov beriya çend rojan ragihandibû ku gera bê ya her sê aliyên Astanayê ya der barê Sûriyê de, wê 22-23’yê Mijdarê bê lidarxistin.

Back to top button