Ciwanên Başurê Kurdistanê li dijî êrişan bi hêrsin

Êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê li dijî Başurê Kurdistanê û serweriya Iraqê didome. Ciwanên Başurê Kurdistanê li hemberê van êrişan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku bêdeng nemînin û helwestek cidî nîşandin.

Artêşa Tirk a qirker û rejîma Îranê bi hemû cureyên qirkirinê xaka Başurê Kurdistan û serweriya Iraqê topbaran dikin.

”Sedema êrişan bêdengiya desthilatdariya Başurê Kurdistanê ye”

Ciwanê bi navê Bilind Ezedîn yê ji Silêmaniyê, balkişand ser sedemên êrişan û got:

“Beşek ji sedemên ku dewleta Tirk dikare êrişan bike, bêdengiya civaka navdewletî ye.

Bê guman sedemê sereke desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ye.”

Ciwanê bi navê Şikar Osman jî diyar kir ku dagirkerî û zilm li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan tê kirin û wiha got:

”Ger bêdengiya gelê Kurd a niha berdewam bike, wê bandorek gelek xirab bi xwere bîne.”

Back to top button