HRE: 16 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên dagirkirî derbên giran li dagirkeran hatine xistin û di encamê de 5 leşkerên Tirk, polîsek û 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
FILM

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî dagirkerên dewleta Tirk daxuyaniye weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiyên bersivdayinê dewam dikin û ev agahî hatin dayin:

“28’ê Kanûna 2022’an li herêma Babê li hember dagirkeran du çalakiyên taybet hatin lidar xistin.

Di encamê de, polîsek û 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha vîncek hate rûxandin û derb li erebekê jî hate xistin.

3’ê Çileye jî di çalakiya li gundê Kîmarê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

8’ê Çileyê li herêma Şehbayê dema komek çeteyên dagirker hewl dan ku êrişên heremên me bikin, bersiva wan hate dayin û 2 çete birîndar bûn.

Di vê bûyerê de 3 zîncîrên BKC û 3 jarjorên AK-47 ket destê hêzên me.

10’ê Çileyê li herêma Babê di encama çalakiyên hêzên me de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê, çalakiyek din hate lidarxistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û Doçkayek hate rûxandin.

Dîsa heman rojê, li herêma Ezazê çalakiyek hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha li herêma Marê jî di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek birîndar bû.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) ragihand ku di encama van çalakiyan de bi giştî 5 leşker, 1 polîs û 10 çete hatin kuştin, 2 leşker û 6 çete jî birîndar bûn.

Back to top button