Li Başûrê Kurdistanê mafê rojnamevanan tê binpêkirin

Rêxistina Aştî û Azadiyê di rapora xwe de aşkere kir ku di sala 2022’an de li Başurê Kurdistanê 209 kiryarên binpêkirinê li hemberî 399 rojnamevanan hatiye kirin.

Rêxistina Aştî û Azadî a Parastina Maf û Azadiyan rapora xwe ya di derbarê binpêkirina mafê rojnamevanan ya li Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî rapora rêxistinê, 43 bûyerên girtinê, 113 bûyerên astenkirinê di dema şopandinê de li hemberî 180 rojnamevanan, şikandin û destdanîna ser kel û pelên wan pêk hatine.

Hat ragihandin ku 17 bûyerên gefxwarinê li hemberî 31 rojnamevanan hatine tomarkirin.

25 bûyerên nedana agahiyan li hemberî 25 rojnamevanan, 2 bûyerên serdegirtina ofîsên dezgehan û 7 bûyerên dosyayên dadgehê li hemberî 8 rojnamevanan hatine tomarkirin.

Di sala borî de 9 buyerên gefxwarinê li hember rojnamevanan hatine tomarkirin.

Ji destpêka salê ve, Navenda Metro, sendîkayên Rojnamevanên Kurdistanê, Rêxistina aştî û azadî, daneyên binpêkirinên li hemberî rojnamevanan parve kirin.

Di daneyan de hejmarek zêde ya binpêkirinan hebû û herî zêde jî li bajarê Hewlêrê.

Back to top button