Balyozê Filistînê yê li Iraqê diyar kir ku êrîş û bomberana dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê binpêkirina pîvanên cîranî û peymana navnetewî ye.
Balyozê Filistînê yê Iraqê Ehmed Eqêl anî ziman ku Artêşa Tirk li gel bombebaran û topbaranên dijwar yên li ser xaka Herêmê, çekên kîmyawî û qedexekirî bikartîne.
Di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha bi sedan gund hatine valekirin.
Ehmed Eqêl: Bêdengiya navnetewî cihê mixabiniyê ye
Balyozê Filistînê yê Iraqê destnîşan kir ku li gel van êrîşan jî dewleta Tirk xwezaya Herêma Kurdistanê tar û mar kiriye.
Ehmed Eqêl di dawiyê de bibîrxist û got; ”civaka navneteweyî ji buyerên ku li Herêma Kurdistan û Iraqê rû dide berpirsyare. Bêdengiya navneteweyî li ser vê mijarê cihê mixabiniyê ye.”