Welatparêzê Kurd Mistefa Osman ê ji Kobanê ku bi navê ‘Çelo’ tê naskirin, di temenê xwe yê 75 salî de wefat kir.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku Mistefa Osman bi sekna xwe ya welatparêziyê, fedakarî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û tevgera azadiyê re mînak bû.
Di peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de hate gotin:
“Me bihîst ku welatparêzê hêja yê Kurdistanê hevalê Mûstafa Osman ji ber nexweşiyê şehîd bûye.
Bi taybetî ji malbata wî ya hêja, xelkê Kobanê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re em sersaxiyê dixwazin.
“Hevalê Çelo gelekî xizmet ji ARGK’ê re kir”
Hevalê Çelo ev dilsozî û sekna xwe ya welatparêziyê heta roja ku şehîd bû dewam bû.
Ew bi keda xwe ya li nava têkoşîna me mînak bû.”