1’ê Gulanê-Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kedkaran qad tije kirin

Bi boneya 1’ê Gulanê, kedkar û karkerênn ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî herikin mitingê û qad tije kirin. Bi sedhezaran di pîrozbahiyan de dirûşmên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne”, “Bijî Yek Gulan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Kedkaran daxwazên xwe anîn ziman û peyama têkbirina desthilta AKP-MHP’ê dan.

Li bajarên tirkiyê û bakurê kurdistanê jî bi boneya 1’ê gulanê, kedkar û karkeran qad tije kirin.

Li Dêrsimê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat lidarxistin.

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, beriya pîrozbahiyê li Kolana Hunerê hatin ba hev.

Piştî karker gihiştin Qada mitîngê ya Seyît Riza, bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Siyasetmedarên ku di qadê de xitabî gel kir got: “Em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin û dengekî ji bo rêveberiya kedkaran bidin.”
Li Wanê jî bi hezaran kedkar li hev kom bûn û bi kortejan ber bi qada mîtîngê ya li Parka Mûsa Anter ve meşiyan.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.

Mîtînga ku bi hezaran kes li qadê kombûn, bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Roja karkeran a cîhanî, li Êlihê jî bi mitîngeke girseyî hat pîrozkirin.

Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistin û saziyan û bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn.

Ji qadê gelek peyam hatin dayîn û hat gotin: “Yên ku di erdhejê de bûn sedema mirina mirovan, bila baş bizanibin ku wê ev gel hesab ji wan bipirse.”

Qada Taksîmê ya Stenbolê ku weke sembola meydana 1’Ê Gulanê tê nasîn, îsal ji boi pîrozbahiyê hat qedexekirin.

Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin taksîmê kirin: 39 kes hatin binçavkirin

Karker, şoreşger û tevgerên ciwanan ên xwest biçin Qada Taksîmê rasti zexta polîsan hatin.

Rojnameger Zeynep Kuray jî di nav de ku nûçe dişopand, herî kêm 39 kes hatin binçavkirin.

Stenbol-Bi deh hezaran karker ber bi qada mitîngê ve meşiyan

Piştre bi deh hezaran karker û kedkar, bi pêşengiya sendîka, komele, sazî û partiyên siyasî ber bi qada mîtîngê ya li Maltepeyê ve meşiyan.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk jî di meşê de cih girtin.

Mitîng bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” bi coşeke mezin pêk hat

1’ê Gulanê li Îzmîr, Edene, Mêrsîn, jî hatin pîroz kirin

Her wiha 1’ê Gulanê li Îzmîr, Edene û Mêrsînê jî hatin pîrozkirin.

Kedkaran daxwazên xwe anîn ziman û peyama têkbirina îktidarê da.

Back to top button