Rêveberiya Xweser: Em vegera Sûriyê ya Komkara Erebî girîng dibînin

Rêveberiya Xweser yekem helwest derbarê civîna komkara Erebî de nîşand da û got:
“Emê hemû derfetên xwe ji bo çareseriya aloziya Sûrî bikar bînin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê civîna Komkara Erebî de bi daxuyaniyek helwesta xwe nîşanda û got:

“Biryara (8914) ku ji aliyê wezîrên derve yên Komkara Ereban ve di 7’ê Gulanê de hate derxistin û têde vegera hikumeta Sûriyê ji Komkara erebî re hate erêkirin.

Ev yek cihê pêşwaziyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ye.

Rêvberiya Xweser: Divê aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin

Em vegera Sûriyê ya Komkara Erebî girîng dibînin.

Lê belê dive ev gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê be û aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di çarçoveya însiyatîfa ku wan beriya niha ragihandibûn de ew dikarin hin xalên hevbeş de lihev bikin.

Rêveberiya Xweser: Divê pergaleke demokratîk û ne navendî pêş bikeve

Ji bo komkara Erebî jî di vê lihevkirinê de rola xwe bilîze Rêveberiyê ev bang kir:

“Li gorî pîvanên niştîmanî di girîngiya parastina yekitiya Sûriyê, avakirina sîstemeke demokratîk û nenavendî de em dikarin van xalên hevbeş de lihev bikin,

Di van mijaran de baweriyame heye ku dewletên erebî û hikûmeta Şamê gav bavêje

Em bi hêvî ne ku Komkara erebî roleke aktîf di vî warî de bilîze

Divê Komkara erebî pêwendiyê bi hemû gelê Sûriyê re bike ne tenê bi aliyekî li ser hesabê aliyê din re, bike.

Ji ber pêwîstiya çareseriya siyasî ya Sûriyê bi erêkirina tevahî gelê Sûriyê di nûkirina çareseriyê heye”

Rêveberiya xweser di dawî de piştgirî da şertên ji bo beşdariya hikûmeta Şamê ku Komkare Erebî daniye û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:

Rêveberiya Xweser: Em dikarin di çareseriya siyasî de roleke girîng bîlîzîn

“Rêveberiya Xweser careke din destekdayîna xwe di xebatên hevbeş ên bi koordînasyona bi dewletên ereban û NY`yê re dike.

Taybet weke mijarên têkildarî teror, maddeyên hişbir û dosyayên penaberên Sûriyê.

Em weke Rêveberiya Xweser dikarin di çareseriya siyasî de roleke girîng bilîzin.

Ji bo çareseriya aloziya Sûrî emê hemû derfetên xwe ji bo hemû netew û pêkhateyên Sûriyê bikarbînin.”

Back to top button