Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê nesekinye

Kiryarên ku zagon û pîvanên navnetewî binpê dikin li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyan ve dewam dikin. Welatiyek hate revandin. Her wiha çete li nava Efrînê, baziganiya madeyên hişbirê dikin.

Sûc û kiryarên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê didomin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve heya niha welatî têne revandin, lê tu alî jî deng ji xwe nayne.

Welatiyek din li Efrînê hate revandin

Li gorî Efrîn NEWS 24 çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Mihemed Koçer ê 40 salî revandin.

Efrîn NEWS da xuyakirin Mihemed Koçer ji navçeya Şiyê ye û li Cindirêsê bi behaneya ku Erka Xweparastin di dema Rêveberiya Xweser de pêk aniye, revandine.

Heta vê kêliyê aqûbeta Koçer nayê zanîn.

Li Efrîna dagirkirî bazirganiya madeyên hişbirê

Kuştin, revandin, destdirêjî, dizî û talankirin ne bes bû, êdî çete û malbatên ku ji aliyê wan ve li Efrîn hatine bicihkirin dest bi bazirganiya madeyên hişbirê kirin e.

Efrîn POST ragihand ku çeteyê bi navê Mihemed Ebû Omer li firoşgeha xwe ya ku qaşo xwarinê difroşe madeyên hişbirê difroşe.

Ebû Omer bi xwe ji Helebê ye û li Taxa Sînaa ya Efrînê dimîne.

Efrîn POST da zanîn ku duh çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî bi ser firoşgeha wî de girtin, lê belê piştî ku Ebû Omer 2 hezar dolar da serçete Ehmed Kebso, hate berdan.

Hêjayî bi bîrxstinê ye ku diyardeya bazirganiya madeyên hişbirê ji çaxa dagirkirina Efrînê ve belav bûye.

Ev made bi destê çeteyên bi navê Ceyş El-watanî yên girêdayî Enqerê ne, li Efrînê têne firotin.

Bi wê re di bin bandora van madeyan de, rê li ber bi dehan bûyerên kuştin û destdirêjiyî vedibe.

Tu bêjî aliyekî mirovî an navnetewî çavên xwe ji van kiryaran re veke û deng ji xwe bîne, tune ye.

Sûc û kiryarên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Back to top button