Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî dorpêçkirina wargeha penaberan “Mexmûr” daxuyaniyek da.
Kongrê, di daxuyaniyê de kiryarên hikûmeta Iraqê, li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û got.
Ev penaber ji gundên xwe yên li Bakurê Kurdistanê ji ber kiryarên artêşa Tirk revîn e.
Li wargeha Mexmûrê ne û di bin berpirsyariya NY de ne.
Kongirê diyar kir ku, penaberên Mexmur her tim ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên topbaran kirin û ev tişt got:
Niha jî hikûmeta Iraqê, bi hevkariya çeteyan û bi planên Tirkiyê, êrişî penaberan kir.
Bi vê yekê, dorpêçeke tund li dijî wan ferz kir.
Dawiya daxuyaniyê Kongra Îslama Demokratîk bang li tevahî oldarên Ii cîhanê û NY kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û dorpêçê bi dawî bikin.
Şêniyên herêmê bi çalakiyan piştgiriya berxwedana Mexmûrê kirin