Ji bo welatparêzê Kurd Rifat Çelebî merasîmek hate lidarxisitn

Ji bo bavê Huseyîn Çelebî ku damezrênerê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanî (YXK) ye, welatparêzê Kurd Rifat Çelebî li Nurnbergê merasîmek hat lidarxistin.

Rifat Çelebî roja 21’ê Gulanê li nexweşxaneya Nurnberg Hallerwîese ku tedawî lê didît, di temenê xwe yê 87 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Ji bo biranina Rifat çelebî gelek siyasetmedar, partî Kurdistanî û dostên xwe beşdarî merasîmê bûn.

Li Mala Gel a Medyayê Ji aliyê Pîr Alî Ballî ve dua hatin kirin, li gorî baweriya Elewiyan merasîm hat lidarxistin.

Di merasîmê de ev nirxandin hate kirin:

“Em êşek mezin dikêşînin. Em car din, soz didin şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê û apê Rifat, em ê ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

Herî dawî di merasîmê de loqme hatin belavkirin. Piştî axaftinan cenazeyê Rifat Çelebî birin Cemxaneya Nurnbergê û li wir merasîma cenaze hat lidarxistin.

Cenazeyê Rifat Çelebî wê bibin Kurdistanê û cenaze wê li gundê wî bê veşartin.

KCDK-E û FED-GEL ji bo Rifat Çelebî peyama sersaxiyê weşandin

Back to top button