Li navçeya Cizîrê yê Şirnexê polîsên dagirker avêt ser gelek malan û bi dehan kes kirin binçavan.
Li taxa Cudî û Nûrê yên navçeya Cizîrê polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan.
Di encama serdegirtina malan de gelek welatî hatin binçavkirin.
Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Sedemê binçavkirina welatiyan nehat zanîn.
Polîsan tundî li welatiyan kir
Di dema serdegirtina malekê de malbat dîmen girtin
Di dîmen tê ditin ku polîs tundiyê li zarokan dikin û malbat jî li dijî vê derdikevin bertek nîşanî vê yekê didin.
Malbata ku nêrazîbûn nîşan dide jî bi tundiya polîsan re rûbirû dimîne.