Partiya Çepên Kesk ji bo qetilkirina zarokê 5 salî li meclîsê daxuyanî da

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo zarokê bi navê Erdem Aşkan ê ku wesayîteke leşkerî li wî ketibû û hatibû qetilkirin, li meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da û got “Divê berpirsyar werin darizandin.”
Partiyan her wiha diyar kirin ew ê vê dozê bişopînin û ji bo malbatê jî sersaxiyê xwestin.

Çawişekî pispor yê dewleta Tirk a dagirker li Gevera Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir.

Çawişê pispor ê hatibû destgîrkirin, piştî îfadeyê hate berdan.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina Aşkan û berdana çawişê pispor li Meclisê daxuyanî dan.

Parlamenter Onûr Duşunmez di daxuyaniyê de axivî.

Duşunmez, got ku tevî li cihê qezayê peyarê tuneye jî di zabitnamea tespîtkirina qezayê de weke ku hebin hatine destnîşankirin û ji ber vê sedemê jî Aşkan “biqisûr” hatiye nivîsandin.

Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku çawişê pispor piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û wiha got:

“Peywirdarên cemaweriyê wesayîtan pir bilez û bêtevdîr bikartînin.

Ev yek rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê vedikin.”

“Ji bo bûyerên bi rengî êdî neqewimin divê cezayên giran werin dayîn”

Onur Duşunmez diyar kir ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî neqewimin, divê cezayên giran werin dayîn û ev tişt got:

Kes an jî saziyên hêza cemaweriyê ya dewletê bi kar tînin, divê nebin sedema mirina zarokan.

Dewlet mecbûr e ku li dijî kuştinan qanûn û sererastkirinên hiqûqî û îdarî yên rê li ber van sûcan digirin derxîne.

Dema faîl hêzên ewlekariyê bin, pratîka necezakirinê dikeve meriyetê. ”

“Divê berpirsyarên vî sûcî tavilê derxînin pêşberî darazê”

Parlamenter Onûr Duşunmez di dawiyê de anî ziman ji bo girtina faîl daxwazeke girtinê nehatiye kirin û got:

Ev yek nîşan dide ku hewl dane faîl biparêzin.

Weke Partiya Çepên Kesk, di serî de em bang li Wezareta Karên Hundir û bang li hemû meqamên edlî û îdarî dikin ku dest bi lêpirsîneke xurt bikin.

Divê berpirsyarên vî sûcî tavilê bên dîtin û derxînin pêşberî darazê.

Em ê vê dozê bişopînin û ji bo malbatê jî sersaxiyê dixwazin.”

Back to top button