Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo 7 girtiyên Kurd ku bi hinceta beşdarbûna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biryara darvekirinê ji wan re hatiye dayîn, kampanyaya îmzayan destpê kir û banga lezgîn kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê vê yekê daxwiyaniyek da.
Rêxitinê ev yek di daxwiyaniyê de got:
“Metirsiya darvekirinê li ser 7 girtiyên Kurd heye.
Ji bo vê me kampanyaya îmzayan destpê kir.”
Rêxitinê bang kir ku divê bi lezgîn li dijî vê yekê dest bi çalakiyan were kirin.
Ev 7 girtî li gel ku bi qestî sûcê kuştinê nekirine jî, bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.