Piştî 11 salan serokomarek Îranê serdana Afrîka kir

Piştî 11 salan cara yekem Rêveberekî Îranî serdana parzemîna Afrîkayê dike.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo sê rojan dest bi tûra Afrîqayê kir.
Serdana Reîsî ji Kenyayê despê kir.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo tûra sê rojan a Afrîqayê li paytexta Kenya Naîrobiyê bû.

Îbrahîm Reîsî destpêkê serdana Naîrobiyê kir.

Ev serdan di demeke wisan de tê kirin ku Îran hewl dide tecrîda dîplomatîk a li ser xwe bişikîne.

Reîsî ji aliyê Serokomarê Kenyayê Wîllîam Rûto ve hate pêşwazîkirin.

Serokomarê Îranê di rûniştina xwe ya bi Rûto re diyar kir ku Îran û Kenyayê di gelek mijaran de xwedî aliyên hevparin.

Lewma herdû welat dikarin peywendiyê xwe baştir bikin.

Li gorî nûçeyên medya Îranê herdû welatan li ser pênc xalan li hev kirine.

Serokomarê Îranê wê piştre serdana Ûganda û Zîmbabweyê bike.

Ajansên nûçeyan a Îranê, ragihandin ku Wezîrê Karên Derve û karsaz jî li gel Reîsî tevlî tûra Afrîqayê bûne.

Hêjayî bibrîxistinê ye, piştî 11 salan cara yekemîn ku Rêveberekî Îranî serdana parzemîna Efrîkayê dike.

Back to top button