Komxebata Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bi xelatkirina 23 şêwekar û peykersazan bi dawî bû.
Bi dirûşma “Bi hezkirina hunerê em bigihên hev û pêş bikevin” komxebata Hunera Şêwekariyê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hat lidarxistin .
Ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 şêwekar û peykersaz beşdarî komxebatê bûn .
Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El Elaya di komxebatê de axivî û komxebat pîroz kir .
El Elaya diyar kir ku ev komxebat hevgirtina hunermendan nîşan dide û wiha got:
” Rêber APO banga biratiya gelan dike, ji ber vê yekê serketina vê komxebatê berhemên keda Rêber Abdullah Ocalan e.”
Piştî axaftinan hunermend û komên navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stran gotin.
Di dawiya komxebatê de 23 şêwekar û peykersaz hatin xelatkirin.