Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk xwecihên herêmê bi darê zorê koçber kirin û penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî bi cih dike.”
Dewleta Tirk bi darê zorê penaberên sûriyeyî ji xaka xwe ber bi xaka Sûriyeyê yên dagirkirî ve dişîne û li şûna xwecihên herêmê bi cih dike.
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku piştî Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket, lezda şandina penaberên sûriyeyî û îdia kir ku ew vegereke dilxwazî ye.
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk penaberan di mijara guhartina demografî de bi kar tîne.
Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya guhartina demografîk ên li herêmên dagirkirî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tevî ku xeterî li ser derbasbûna wan heye jî dixwazin berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.



