Şerên dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarokê Exterîn ê Ezazê qewimîn û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.
Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî ragihandî, şerên dijwar di navbera çeteyên Asifet El Şemal û polîsa sivîl de li bajarokê Exterîn ê Ezazê qewimîne.
Heman çavkaniyan, diyar kir ku di encamê de kuştî û birîndar hene.
Hêjayî gotinê ye ev demeke li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê serwer e ku çete rojane li ser parvekirina diziyan bi hev dikevin.
Dagirkeriya Tirk 15 malbatên çeteyan ên Sûrî û biyanî derbasî Serêkaniyê kir