Dewleta Tirk careke din herêma Şarbajar bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker doh careke din Binarê Qendîl, Gar, Şarbajer bombebaran kirin.
Di heman demê de li gorî daneyên tîma Kurdistan-Iraqê (CPT) yê, tenê di nava sê rojên dawiyê de li Herêma Kurdistanê 48 dever hatine ragihan ku hatiye bombebarankirin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk careke din sînorê Şarbajêr bombebaran kir.

Cihê sîvîlan kir armanc û gundê Gelale, Basawê yê devera Şarbajêr ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Qaymiqamê bajarokê Mawat (Şarbajêr) Kameran Hesen bombebarana balafirên dewleta Tirk piştrast kir .

“Ev du şevin ser hev binarê Qendîlê tê bombebaran kirin”

Têkildarî êrişên balafirên dewleta Tirk , Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm axifî û got:

“Ev du şevin li ser hev gundê Enzê yê Binarê Qendîl tê bombebarankirin.

Lê heta niha derbarê zerer û ziyanên êrişên hewayî de tu agahî bidest neketine.”

Cpt: Dewleta Tirk di 3 rojan de 48 deverên başûr bonbebaran kirine

Tîma Kurdistan-Iraqê CPT’yê jî têkildarî êrişên dagirkeriya tirkiyê daxuyanî da.

Ji destpêka meha Îlonê ve êrişên balafirên dewleta Tirk ya dagirker yên ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde bûne.

Li gorî daneyên tîma Kurdistan-Iraqê (CPT) yê, tenê di nava sê rojên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê 48 dever hatine bombebarankirin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk Binarê Qendîl û Garê bombebaran kir

Back to top button