Li Silêmaniyê nivîskar, akademîsyen û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel hat bîranîn.
Li Silêmaniyê ji bo Nagîhan merasîmek bîranînê ji aliyê Tevgera Azadî û RJAK’ê ve hate rêxistinkirin.
Merasîma bîranînê li Salona Xak ya bajarê Silêmaniyê bi beşdariya nûnerên rêkxistin û çalakvanan hat lidarxistin.
Di merasînê de peyama Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ji aliyê endama RJAK’ê Tanya Kerîm ve hate xwendin û têde wiha hate gotin:
“Em bang li hemû jinan û aliyên peywendîdar dikin ku xwedî li têkoşîn û xwîna şehîd Nagîhan derkevin û bibe êrişa dawî ya terorî li Başûrê Kurdistanê li dijî jinên pêşeng .”
Her wiha Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Arşîva Jinên Kurd jî di merasîmê de peyamek dan .
Di peyamê de hate diyar kirin ku Şehîd Nagîhan Akarsel jiyana xwe ji bo doza Kurd û têkoşîna azadiya jinê feda kir.
Li herçar parçeyên Kurdistanê gelek êş kişandibû û kêliyekê jî dest ji têkoşîna xwe berneda.
Em soz dikin heta ku em bigihîn armanca xwe ya ji bo serxistina projeya arşîva jinên Kurd xebat û têkoşîna xwe bidomînîn.”
Her wiha Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Şêrko Heme Emîn di merasîma bîranîna de axivî .
Şêrko da zanîn ku armanckirin û şehdîxistina pêşêngan tê wateya hewlên tunekirina bîrdanka Kurdan. Şehîd Nagîhan Akarsel jî yek ji wan kesên wiha bû, lewra hate armanckirin û ew qetik kirin.”