Li Mexmûrê aloziya di navbera hêzên PDK’ê û Iraqê de dewame

Piştî vekişîna hêzên gerîla ji kampa Mexmûrê di navbera hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê de alozî heye.
Gelê Kampê jî naxwazin ku hêzên PDK’ê li wir bicîh bibin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampa Mexmûrê Bêwar Unver jî got:
“Ji ber ku PDK li gel Tirkiyê tevdigere, em naxwazin ew li vir bin.”

Piştî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê, ji kampa Mexmûrê di navbera hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê de alozî heye.

Têkîldarî van mijaran medya ser bi PDK’ê ve îdayeke nerast parve kirin.

Li gorî wê îdiayê hêzên PDK’ê û Iraqê biryar dane ku bi awayekî hevbeş hêzên xwe li wir bicih bikin.

Li ser vê yekê rayedarên hikûmeta Iraqê bi rêveberiya kampê re hevdîtin kir.

Rayedaran diyar kirin ku agahiyên lihevkirinê yên hatine parvekirin ne rastin.

Bêwar Unver: Rayedarên Iraqî gotin ‘Îdiayên PDK’ê ne rast e’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampê Bêwar Unver têkildarî hevdîtinê û geşedanên piştre qewimîn axivî.

Bêwar Unver, da zanîn ku piştî berteka gel hikûmeta Iraqê xwestiye bi wan re hevdîtinê bike û got,

“Rayedarên Iraqî gotin îdiayên PDK’ê ne rastin.”

Unver diyar kir ku ew vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û dê li gorî pêşketinan jî bertekên xwe nîşan bidin.

Bêwar Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re em naxwazin PDK li vir be

Her wiha Unver, diyar kir ku ew naxwazin PDK li wir be û got:

“Ji ber ku PDK li gel Tirkiyê tevdigere, em naxwazin parastina kampê di destê wan de be.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampê Bêwar Unver, anî zimanji bo ku hêzên pêşmergeyan nêzî kampê nebin ew hevdîtinên xwe didomin.

Yûsif Kara: PDK bi hevkariyê MÎT’ê hewl dide Mexmûrê kontrol bike

Back to top button