Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hesen oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hesen oxirkrin.
Li Amûdê û Minbicê jî welatiyan sersaxî dan malbatên şehîdan.

Îro li herêmê merasîmên oxirkirinê û sersaxiyê ji bo şehîdan hebûn.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hesen yê 23’ê Mijdarê şehîd bibûyî li goristan şehîd Dijwar oxirkirin.

Di merasîmê de,endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah Musa axivî û got:

“Bi saya şehîdan, şêniyên herêmê bi ewle dijîn û gelek destkeftî bidestxistin..”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen jî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got:

“Em ji êrişan natirsin, em ê her tim û dayim şehîdê xwe bi serbilindayî oxirbikin.”

Li Amûdê ji bo şehîd Ciwan Silêman konê sersaxiyê hat vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo Ciwan Silêman ku di êrişa 23’ê Mijdarê şehîd bûbû, konê sersaxiyê veda.

Endamên rêxistina jinan, sazî û partiyên siyasî tevlî merasîmên sersaxiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî sersaxî da malbatê û wiha axivî:

“Êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker, wê rê li pêşiya me nagirin ku em pirojeya demokrat pêk bînin”

Endama Kongra Star Medya Sado jî got bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatî Sûriyê em ê êrişên li ser herêmê têk bibin

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbat şehîd Mihemed Horan re xwestin

Li Menbicê jî konê sersaxiyê hebû.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan (Ebû Cewan) 24`ê Mijdarê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Minbicê şehîd bibû.

Ji bo şehîd Mihemed Horan li bajar konê sersaxiyê hate danîn.

Bi dehan endamên saziyan, şêniyên Menbicê û gundewarên wê beşdarî merasîmên sersaxiyê bûn.

Endamê meclisa sivîl Mihemed Xêr Şêxo sersaxî ji malbatê re xwest ev tişt anîziman:

“Her şoreşek lehengên wê hemne ,şoreşa me jî rojane lehengan dide.

Divê kesên xayîn bi malbat û welatê xwe re baş bizanin ku dîrok wê hesab ji wan bipirse.”

Back to top button