Operasyona qirkirinê: Li Bedlîs û Wanê bêtirî 40 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk a falîst li Bakurê Kurdistanê dewam dike.
Li Bedlîs û Wanê bêtirî 40 kesî hat binçav kirin.

Polîsên dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de danê sibehê, li Bedlîs û Wanê bi ser gelek malan de girt.

Li gorî agahiyan li Xîzanê, Tetwan, gundên Bedlîsê, herêma Geliyê Karkarê yên navçeya Westanê û Wanê, gelek kes hatine binçavkirin.

Ew kes bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘alîkariya rêxistinê kirine’ hatine binçavkirin.

Di serdegirtinên bi dehan gund û bi sedan malan de heta niha bêtirî 40 kesî hatine binçavkirin.

Kesên ku hatine girtin heta 24 saetan jî qedexeya hevdîtina ligel parêzeran ji wan re hate danîn.

Di nava kesên hatin binçavkirin de jin û kesên bitemen jî hene.

Li aliyê din operasyona binçavkirin û dorpêça li ser gundan didome.

Her wiha riyên ketin û derketina gelek gundan hatiye girtin.

Polîsên Tirkiyê di serdegirtinên malan de gelek kes binçavkirin

Back to top button