NY: Li Bakurê Sûrî jiyana 100 hezar kes di metirsiyê de ye

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê NY diyar kir ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî bandorê li sivîlan dike û got,
Ji ber êrişan 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û jiyana 100 hezar kesî di metirsiyê de ye.
Heyva Sor a Kurd jî bi belge ragihand ku ji despêka dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve 334 sivîl şehîd bûne û navê wan jî bi belge eşkere kir.

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Rûbert Colvîlle li buroya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê pêk anî.

Rûbert Colvîlle da zanin ku ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana 100 hezar kesî di nava metrsiyê de ye û got:

“Ji ber şer hîn jî sivîl berdêlan didin.

Ji ber êrîşên ji 9’ê Cotmehê heta 5’ê Mijdarê 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Colvîlle destnîşan kir ku kesên vedigerin malên xwe jî ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê ve bi rengekî keyfî têne girtin.

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê NY Rûbert Colvîlle bang kir ku şer li herêmê bê bidawîkirin û hurmet li hiqûqa navneteweyî bê nîşandan.

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk
Heyva Sor a Kurd: 334 sivîl hatine şehîdkirin

Lê belê derket holê ku hêjmara sivîlên di êrîşên dewleta Tirk yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest danê ji vê hêjmarê 3 qat zêdetir in.

Piştî van îdiayên Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Rûbert Colvîlle, Heyva Sor a Kurd bi belge hêjmara kesên di êrîşa dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir.

Di qeydên Heyva Sor a Kurd de, navên sivîlên hatin qetilkirin li gorî dîrok û cih hatine dayîn.

Li gorî daneyên Heyva Sorê, heta niha 334 sivîl di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne.

Heyva Sor destnîşankir ku navê gelek sivîlên ku li herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane û di bombebarana balafirên şer de di bin xirbeyên xaniyan de mane di van daneyan de cîh nagirin û hêjmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir in.

Leave a Reply

Back to top button