Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz kir û ev bang kir:”Divê her kes dakeve qadan û Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî û pîroz bikin.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KNK’ê di daxuyaniyê de Newroz li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha got:
“Newroz roja berxwedanê ye, Newroz serhildan e, Newroz roja serkeftina li hember zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye.
Îro gelê Kurd, bi ked û berxwedana xwe ya salan û bi berdelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê.
KNK: Divê her kes dakeve qadan û bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin
Li seranserî Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e.
Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin.
Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, dîsa jî bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir dibe.
KNK: Divê girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiyê werin azadkirin
KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên li zîndanên tirkiyê û got:
Rewşeke teybet li zîndanan heye.
Li zîndanên Tirkiye û Îranê, bi deh hezaran girtiyên me yên siyasî hene û di bin zextekî mezin de ne.
Ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî yên li girava Îmraliyê, ev e sê sal in agahdarî nîne û rewşa wan ne diyar e.
Çavên hemû girtiyên siyasî li me û li xebata me ne.
Divê em ji xwestin û hêviyên wan re bibin bersiv.
Divê em bi serxistina şoreşê wan fîzîkî azad bikin.
KNK: Agirê Newrozê divê bibe ronahiya Yekîtiya Neteweyî
KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û ev bang kir:
“Weke her salê dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.
Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Dem dema xurtkirina berxwedanê ye. Dem dema azadiyê ye. Newroz pîroz be!”