Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên xwecihê yên 31’ê hat lidarxistin li 4 deveran wê 2’ê Hezîranê dubarê bibe.
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14’ê Nîsanê bi dawî bibe û ragihand, ku li 4 deveran wê hilbijartin di 2’ê Hezîranê de dubare bibe.
Ahmet Yener anî ziman ku pêvajoya îtirazê ya li biryarên desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan doh bi dawî bû û bi bîr xist, pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14’ê Nîsanê bi dawî bibe.
Têkildarî encamên îtirazên partiyan jî Yener ev agahş parve kir:
“Îtirazên AK Partî li 2 deveran hatin qebûlkirin.
Îtirazên CHP’ê li deverekê hate qebûlkirin.
Îtirazên MHP’ê li deverekê, îtirazên DEM Partiyê jî li 2 deveran ji aliyê desteya me ve hatin qebûlkirin.
Di vê çarçoveyê de Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind eşkere kir ku li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê, li navçeya Curnê Reş a Rihayê, li bajarokekî Edîrneyê û li herêmeke hilbijartinê ya li Sêwasê wê di 2’ê Hezîranê de hilbijartin bê nûkirin.