Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, di demekî ku welatî mûsîmê xwe yê çandiniyê berhev dikin de, êrişên xwe ser herêmê zêde kiriye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên Rojavayê Minbicê şewitandin.
Li aliyekî din jî li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê tevî topbarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker cotkar li ber xwe didin û dev ji erdên xwe bernadin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cotkaran û amûrên çandiniyê dikin armanc.
Bi topbarankirina rojane, zeviyan dişewitînin.
Gelek zevî li eniyên şer in, ji ber wê lêçûna çandin û çinîna wan zeviyan zêdetir e.
Karker zû bi zû naçin nav wan zeviyan, ji ber ku metirsiya armancgirtinê heye.
20’ê Nîsanê bi destpêkirina çandiniyê re şêniyê bi avê Hesen Mihemed ku ji gundê El Mixlet e, dema zeviya xwe av dida, ji aliyê sakvanekî dewleta Tirk ve hatibû armanckirin û şehîd bû.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Minbicê şewitandin.
Ji saet 02:00’an heta pêncê sibehê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên “El-Ulşlî” heta gundê “El-Bugaz” a gundewarê rojavayê kantona Minbicê ket.
Ev jî bû sedem ku agir pêl bibe û li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe.
Cotkar: çandina erdê berxwedaneke li hember dagirkeran e
Li aliyekî din jî li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê tevî topbarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker cotkar li ber xwe didin û dev ji erdên xwe bernadin.
Cotkarê bi navê Macid Mihemed anî ziman ku bi nêzîkbûna dema çinînê re, li ber serê zeviyê xwe nobetê digire û got:
“Dewleta Tirk û çeteyên wê, dema mewsima çandiniyê dest pê dike, traktor û patozan dikin armanc.
Di mewsima çandiniyê de topbaranê zêde dikin.
Em ê li ber xwe bidin û erdê xwe nahêlin.”
Cotkarê bi navê Hisên El Elî jî behsa zehmetiyên ku dikişîne kir û got:
“Heta komîteyên keşfê nikarin bên vir û piştgiriya pêwîst ji me re pêşkêş bikin.
Ji ber ku ditirsin bên armanckirin.
Çinîna van zeviyan du qatî zeviyên din e, ji ber ku kesek naxwaze jiyana xwe bixe xetereyê.”
El Elî destnîşan kir ku dev ji erdê xwe bernade û ji bo wî, çandina erdê û girêdana bi erdê re berxwedana li hember dagirkeran e.



