Polîsê Ermenistanê, diyar kirin ku vê sibê li Paytaxta Êrîvanê 151 çalakvan ku dixwestin rêyan bigirin û biryara hikûmetê ya di çarçoveya hevdîtinên aşitiyê ku hin ax bidin Azerbaycanê protesto bikin, binçavkirine.
Gelek kolanên Êrîvanê vê sibehê li ser banga serokê Tevgera Welatê Tavuşê û Serpîskoposê Dêra Apostolîk a Ermenî ya Tavuşê Bagrat Galstanian ji aliyê çalakvanan hat girtin.
Serokê Tevgera Tavuşê Bagrat Galstanian banga îstîfayê li Serokwezîr Nîkol Paşîniyan dike.
Polîsan mudaxele kir û 151 kes binçav kirin.
Polîsên Êrîvanê diyar kirin ku li paytext kolanek ku ji trafîkê re girtî nemaye.
Li herêma Tavuşê ya ku ji vê biryarê bandor bûne, di 9’ê Gulanê de xwepêşandan bi tevlîbûna bi deh hezaran kes pêk hatibû û bi dawî bûn.
Li Êrîvanê jî dawiya hefteyê mîtîngên din hatin lidarxistin.



