Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku li bajarê Selahedînê li dijî nuqteyeke leşkerî ‘êrîşeke terorîstî’ hatiye kirin û Albay Halîd Nacî Vîsak û hin leşkerên din jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku duh li rojhilatê Iraqê li herêma di navbera Diyala û Selahedînê de li dijî nuqteyeke leşkerî êrîşek hatiye lidarxistin.
Du çavkaniyên ewlehiyê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re gotin ku guman heye ku DAIŞ li pişt êrîşê be.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Iraqê ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat diyarkirin ku li bajarê Selahaddînê li dijî nuqteyeke leşkerî ‘êrîşa terorê’ hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşê de Albay Halîd Nacî Vîsak û hin leşkerên din jiyana xwe ji dest dane û hêzên ewlehiyê êrîş şikandine.
Lê derbarê hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Du çavkaniyên ewlehiyê agahî parve kirin ku fermandarek û 4 leşker mirine.



