Li bajarê Sirînê şehîd Ibrahîm Ziêtir bi merasîmeke heybet hate oxirkirin.
Xelkê bajarê Sirînê bi merasîmên bi heybet du şehîd oxirkirin.
Şehîd Ibrahîm Ziêtir dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.
Şêniyê herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Sirînê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Ibrahîm Ziêtir li goristana bajêr kombûn.
Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Ûçkaxet tekoşeriya şehîd Îbrahîm bibîranî û got:
“Heval Îbrahîm li dijî desthilatdariyê serî hilda û cihê xwe di Hêzên Sûriya Demokratîk de girt.
Em jî soz didin ku em ê tola şehîd Îbrahîm hilînin û em ê ala ku bilind kirî her hildin jor.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



