Li kantona Cizîrê, Komîteyek lêkolînê ya şopandina sedemên şewatan û cezakirina kesên agir pêdixe hat avakirin.
Komîteya awarte ya taybet bi mewsima çandiniyê li kantona Cizîrê civîna xwe ya 3’emîn li daexist.
Beşdarên civînê diyarkirin ku li seranserî kantonê 61 şewat hatin vemirandin û di encamê de jî 2 hezar û 750 donim şewitîn e.
Komîteyê destnîşankir ku ji bo destwerdana şewatan, 181 alavên agirkujiyê li ser komîteyên parastinê û tîmên agir kujê hat belav kirin.
500 endamên HPC’ê jî, li kêlek hezar û 91 endamên berê hatine belavkirin.
Komîteyê bang li cotkaran kir ku derdora zeviyên xwe yên ku hatine çinîn hilbikin û komîteyên taybet li gundên xwe ava bikin.
Dawiya civînê, komîteya lêkolînê ya şopandina sedemên şewatan û cezakirina kesên agir pêxistiye, hat avakirin.



