Li Qamşlo cenazeyê şehîd Basil El Hiso hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê QSD’ê Basil El-Hiso “Mezlûm Qamişlo” li Qamşlo bi merasîmekê hate oxirkirin.

Şervan Basil El-Hiso di encama êrişeke çeteyan de, ku li bajarokê Şihêl yê Dêrazorê birîndar bûbû, şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenzeyê şehîd şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Kesên di merasîmê axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin:

“Bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê û hêzên wan yên leşkerî û ewlehî, me hemû pilan têk birin.

Piştî têkbirina van pilanan, komên çete dixwazin li dijî hêzên me êrişin terorî pêk bînin.

Lê em soz didin ku careke din hemû pilanan vala derxînin.”

Ji rûsipiyên êla El-Tey şêx Hesen Ferhan El Ebid El-Rehman jî axivî û got:

“Bi saya şehîdan û felsefiya Rêver Apo ev destkeftî hatin bi destxistin.

Ji ber wê, erka hêmû pêkhateyane ku van destkeftiya biparêzin.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

QSD: Rêhevalê me Mezlûm Qamişlo ku di êrişeke terorî de birîndar bûbû şehîd bû

Back to top button