Wezîrê Karê Dderve yê bi wekaletê ê Îranê Elî Baqirî Kenî di serdana Şamê kir.
Wezîrê Îranê li Şamê bi hempîşeyê xwe re civbiya.
Di civînê de, careke din îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê hate kirin û hate gotin: Şertê yekem yê hevdîtina bi Enqerê re, di vê leşkerên xwe ji Sûriyê derxîne.
Piştî mirina Serokomarê Îranê Îbrahim Reîsî, trafîka dîplomasiya navbera Şam û Tahranê zêde bûye.
Li gorî nûçeya çapemeniya hikumeta Şamê, Wezîrê Karê Derve yê bi wekalet ê Îranê Elî Baqirî Kenî û şandeyek pê re serdana Şamê kirin.
Şandeyê ji aliyê serokê Hikumeta Şamê Beşar El-Esed û Wezîrê karê Derve yê hikumetê Feysel Miqdad ve hate pêşwazîkirin.
Her du aliyan li navenda wezaretê ya Şamê civiyan.
Piştî civînê Feysel Miqdad bi hevpêşeyê xwe yê Îranê re civînek çapmeniyê li dar xistin.
Miqdad destnîşankir ku têkiliyên stratejîk ên di navbera Îran û Sûriyê de û hevkariya ji bo pêşxistina têkiliyan, didomin.
Her wiha, Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî diyarkir ku hevkariya Îran û Sûriyê xurt e û ew bingehên aramiya herêmê ne.
Feysel Miqdad: Ji bo pêkanîna diyalogê divê dewleta Tirk ji herêmê vekişe
Her wiha di bersivdayîna pirsên rojnamevanan de Miqdad got:
“Mercê sereke yê diyaloga Sûrî-Tirkî ew e ku Enqere ji xaka me ya ku dagir kiriye vekişe û piştgiriya xwe ji rêxistinên terorî re rawestîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdan a yekemîn e ku Alî Baqirî ji dema ku hatiye ser erkê xwe ve, pêk tîne.
Ajansa Nûçeyan a Îranê IRNA jî diyar kir ku berî Şamê, Alî Baqirî çûbû Lubnanê û li wir bi berpirsên mezin û sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrellah re civiya.



