Çavdêriya Sûrî: Tevlîbûna 64 çeteyên Daiş nava çeteyên ” Artêşa Niştîmanî” hatiye belgekirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku wê agahiyên nû der barê tevlîbûna çeteyên DAIŞ’ê nava çeteyên bi navê Artêşa niştîmanî ya Sûrî” bi dest xistine.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyê DAIŞê yê sala 2016an li bajarê Meyadînê li Dêra Zorê berpirsê bendên kontrolê bû, niha li nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ne.

Her wiha Çavdêriyê da xuyakirin ku li rex wî çeteyî, çeteyekî din yê DAIŞê ku berpirsê bendê Cisir yê bajarê navborî jî li Efrînê di nava çetyên dewleta Tirk de cih digire.

Çavdêriyê tekez kir ku heta niha wê tevlîbûna 64 çeteyên DAIŞ’ê di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Artêşa niştîmanî belge kirine.

Leave a Reply

Back to top button